Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Ayşe Gokkan, Hevşaredara Berê ya Nisêbînê û Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kiriye. Gokkan 2 caran bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tê dadgehkirin.
Gokkan û parêzerên wê li salonê hazir bûne.
Di danişînê de dozgerî nêrîna xwe dubare kiriye ku di danişîna beriya niha de aşkere kiribû. Dozgerî xwestiye ku dadgeh ceza li Gokkanê bibire.
Gokkan: Ev 7 meh in ku îdianame nedane min
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Gokkanê xwe bi kurdî parastiye û gotiye ku ew 7 meh in bêyî bikaribe xwe biparêze li girtîgehê tê girtin, parêzerên wê îdianame aniye girtîgehê lê rêveberiya girtîgehê bi sedema zêde ye, nedane wê.
Gokkanê wiha dewam kiriye: “Min tevahiya îdianemeyê nexwendiye. Ez dixwazim yek bi yek bersiva îdiayan bidim. Lê ez beşek ji îdiayan dizanim beşek jê jî nizanim. Ji ber wê ez daxwaza demê dikim. Ez dixwazim derbarê tiştên ku dizanim de xwe biparêzim.”
Ji ber ku heyeta dadgehê daxwaza Gokkanê fam nekiriye, Berfîn Gokkan, parêzera Ayşe Gokkanê axiviye. Serokê heyeta dadgehê bertek nîşanî axavtina Berfîn Gokkanê daye û gotiye, “Heta ez destûrê nedim neaxivin. Careke din bêyî destûrê bidim, neaxivin, ez ê we bavêjim ji derve. Hedê xwe derbas nekin.” Piştî vê jî ji serekê polîsan re gotiye ku polîsên jin bînin salona dadgehê û ji wan xwestiye ku kesên bê destûr biaxivin, wan derxin ji derve.
Piştî navberekê serokê heyeta dadgehê, parêzer derxistine ji derve û tiştên qejimiye di zabitnameyê de daye nivîsandin.
Serokê heyetê li dû qedandina navberê, parêzer vexwendiye salonê. Heyetê daxwaza Ayşe Gokkanê ya ji bo demê qebûl nekiriye.
Dema Gokkanê paraznameya xwe pêşkêş dikir, parêzer Ozum Vurgun, ji bo avê bistîne, derketiye derveyî salonê. Serokê heyetê bertek nîşanî parêzer Vurgunê daye. Di vê navberê de Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê hatiye salonê û di navbera wî û serokê heyetê de nîqaş çêbûye. Serokê heyetê ji polîsan re gotiye “Van derxin ji derve”. Parêzeran bertek nîşanî vê biryarê dane. Polîsan Nahît Eren, Serokê Baroyê û Mehdî Ozdemîr, Endamê Lijneya Rêveberiyê yê Baroya Amedê bi darê zorê derxistine derve. Polîsekî di vê navberê de ji Erenî re gotiye “Bê terbiye, bê şeref.”
Di heman demê de polîsan xwestiye ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkanî desteser bikin. Xwişka wê Mihrîcan Gokkan ji ser hişê xwe çûye û ew birine nexweşxaneyê.
Doz wê 20ê Çiriya Pêşiyê dewam bike
Danişîn tenê bi beşdariya parêzeran berdewam kiriye. Parêzeran parastina miwekîla xwe Gokkan kirine û xwestine ew were berdan. Dadgehê daxwaza berdanê red kiriye. Dadgehkirin wê 20ê Çiriya Pêşiyê dewam bike.
Baroya Amedê helwesta dadgehê şermezar kiriye
Piştî vê rewşê Baroya Amedê helwesta serokê dadgehê şermezar kiriye û gotiye ku wê giliyê berpirsiyaran bikin. Nîhat Eren û gelek parêzer li ber avahiya dadgehê kom bûne û civîna çapemeniyê li dar xistine. Erenî wiha gotiye:
“Em dixwazin ji vir careke din bang li kesên peywendîdar bikin. Tu endamekî Baroya Amedê serî li ber van pêkanînên neheq û neqanûnî natewîne. Em bi salan e têkoşîna xwe ya ji bo hiqûq û edaletê didomînin û em he bidomînin. Em ê her hewl bidin ku hemî mafên xwe yên qanûnî bikar bînin. Ez dixwazim li vir bangî Wezareta Dadê bikim. Ez dixwazim diyar bikim ku tu dadger bi vî celebê darizandinê nikare biryareke dadmend, bêalî û wijdanî bide. Her wiha em daxwaz dikin ku Lijneya Dozger û Dadweran (HSK) ji bo lêpirsînê bide destpêkirin demildest bikeve tevgerê. Em dixwazin van dadgerên vir hemû baş dizanibin, me tu carî serî netewandiye, em ê serî natewînin.” (KÖ/FD)