Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan hevserokê Şaredariya Peyasê(Yenîşehîr), Mehmet Alî Aydin û hevserokê Şaredariya Bajarê Nû(Yenîşehîr) desteser kir.
Hat eşkerekirin ku polîsan bi ser mala hevseroka Şaredariya Yenîşehîrê, Ûlkû Baytaşê jî kiriye lê ji ber ku ew li Enqereyê bûye, nehatiye desteserkirin.
Kurbanoglû û Baytaş ji DBPyê(Partiya Herêman a Demokratîk) ne. Ew bi îdiayên “digel ku ne endamên rêxistinekê jî bûn li ser navê wan sûc kirine” hatibûn dadkirin. Ji bo wan ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtinê hatibû xwestin. Di 13ê Çiriya Pêşiyê de bera’et bûbûn.
Heta niho(6ê Kanûna Pêşiyê) 47 şaredarên DBPyî hatine girtin, ji bo 36 şaredariyên DBPyê qeyûm hatine erkdarkirin. (ÇT/MB)