Fotograf: MA
Polîsan rojnameger Zeynep Durgut, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê desteser kirine.
Zeynep Durgut û Azad Kaya, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, Rojda Aydin û Derya Şen, nûçegihanên Jinnewsê ji bo nûçeyekê çûne Şirnexê. Li ser rêya vegerê di destpêka ketina Cizîrê de polîsan ew sekinandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan berê çekên xwe dane rojnamegeran û li ses sîstemê derbarê wan de lêkolîn kirine.
Paşê jî Zeynep Durgut desteser kirine. Ajansê ragihandiye û gotiye, nûçegihana wan ji ber wê lêpirsîna derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Turgutê ji helîkopterê hatine avêtin desteser bûye. Li gorî heman nûçeyê, polîsan dema Durgut desteser kirine, deste wê li baş wê kelemce kirine û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.
Her sê rojnamegerên din piştî lêgerîn li ser wan kirine, serbest bûne.
4 rojnameger girtibûn
Di 11ê Îlona 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê cendermeyan Osman Şiban û Servet Turgut desteser kiribûn. Piştî wê derketibû holê ku Şiban û Turgut li Wanê li nexweşxaneyê tên dermankirin. Ajansa Mezopotamyayê belgeyên derbarê vê bûyerê de weşandibû û gotibû ku Şiban û Turgut ji helîkopterê avêtine. Servet Turgut piştî demekê can dabû.
Polîsan di 6ê Çiriya Pêşiyê de Adnan Bilen û Cemîl Ugur, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegihanên Jinnewsê ji ber weşandina vê nûçeyê desteser kiribûn. Her çar rojnameger bi hinceta ku “li dijî dewletê nûçeyên civakî” çêkirine di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin. (FD)