Fotograf: Jinnews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li navçeya Baglarê ya Amedê bi ser mala Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê girtiye. Polîsan di dema serdegirtinê de kelûpelên li malê bela kirine û dest danîne ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal. Her weha polîsan Canozer desteser kiriye.
Li gorî nûçeya Jinnewsê sedema desteserkirina Canozerê nehatiye zanîn û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Canozer di Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de dema nûçe dişopand li Amedê polîsan ew desteser kiribû. Canozer çar rojan deseserkirî mabû. Polîsan gotibû “ji ber ku bi kelecan e” ew desteser kirine.
Dadgehê Canozer di 19ê Kanûna Pêşiyê de, bi sedema notên wê yên nûçeyan û mesajên wê yên li ser medyaya civakî, girtibû.
Dozgerî di îdianameyê de Canozer bi “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tohmet kiribû. îdia kiribû ku Canozerê di wê çalakiyê de pêşekî ji girseyê re kiriye ku tê de hatibû desteserkirin û “nasnameya xwe ya rojnamegeriyê bikar aniye û propagandaya rêxistinê kiriye.”
Canozer di 13ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Amedê biribûn Girtîgeha Jinan A Bakirkoyê. Cara pêşiyê di 29ê Adara 2016ê de ew derxistibûn dadgehê û ew tehliye kiribûn. Xelata Taybet a Juriyê ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepeyî ya 19ê dabûn Canozerê.
Polîsan bi ser Komeleya Rosayê girtine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosayê û gelek malan de girtine. Gelek kes desteser kirine ku yek ji wan Nezahat Teke, Dayika Aştiyê ye.