Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Enqereyê li ser rêya Eskîşehîrê, li nêzîkî Enqereyê serokê Baroyan û parêzer pêşwazî kirine ku di bin navê “Parêzer Dimeşin” de ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn. Lê dema xwestine bikevin nav sînorê bajarê Enqereyê, polîsan rê li ber wan girtiye û nehiştine bimeşin.
---
Li ser vê rewşê hin serokên baroyan, dest bi çalakiya rûniştinê kirine û helwesta polîsan protesto kirine.
Çi bûbû?
Serokên Baroyan tevlî parêzeran roja 19ê Hezîrana 2020an ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê kirin.
Parêzeran biryar girtibûn ku ji bo hilbijartinên baroyan û guhertinên ku dixwazin di Qanûna Parêzeran de bikin ew ê bi navê #SavunmaYürüyor (ParêzerDimeşin) ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê bikin.
Beriya ku ji Stenbolê dest bi meşe bikin Mehmet Dûrakoglû, Serokê Baroya Stenbolê û parêzeran li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dabûn çapemeniyê.
Dûrakoglûyî wiha gotibû:
“Em ber bi wî cihî ve diçin ku dilê me, me ber bi wir ve dibe. Ew cih dewleta hiqûqê ye, serxwebûna darazê ye, eqlehiya parastinê ye, jiyaneke însanî û birûmet e. Em ji bo vê dabîn bikin dimeşin.”
Daxwaz li Yekîtiya Baroyan dikin ku civîneke awarte li dar bixe
Biryar û daxwazên parêzeran wiha ne:
* Ji bo di vê pêvajoyê de li “berpirsiyariya xwe ya dîrokî” tevbigere û civîneke awarte li dar bixe em ê bang li Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê bikin.
* Wê Serokê Baroyan ji bajarên xwe 10ê Hezîranê “Meşa Parastinê” ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin.
* Daxwaza civîna awarte a Serokên Baroyan em ê radestî Yekîtiya Baroyan bikin.
* Em ê di 21ê Hezîranê de îlanan bidin rojnameyen û bibêjin ku heke ev pêşniyazname bê qebûlkirin bê ka wê kîja mafên welatiyan bên binpêkirin.
* Em ê di vê demê de li gorî bandora medyaya civakî ya li ser raya giştî tevbigerin û vê platformê bikar bînin.
* Roja ku pêşniyazname hate ber destê Komisyona Meclîsê, em ê li Enqereyê li ser rêya Meclîsê çalakiya “Serokê Rawestiyayî” pêk bînin.
* Heke pêşniyazname were qebûlkirin ji bo doza betalkirinê were vekirin û serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn li Meclîsê em ê dest bi xebatan bikin.
* Heke doz çû ber destê Dadgeha Destûrî û Dadgehê dest bi nirxandina wê kir em ê bi navê “Nobeta Dawiyê” çalakiyekê pêk bînin. (AS/FD)