Polîsan Racî Bîlîcîyê mafparêz desteser kir
Polîsan cihgirê serokê Komeleya Mafên Mirovan(IHD), Racî Bîlîcî li Amedê desteser kir.
![Polîsan Racî Bîlîcîyê mafparêz desteser kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/184/508/original/98bb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibeyê li Amedê bi ser mala cihgirê serokê Komeleya Mafên Mirovan(IHD), Racî Bîlîcîyî de girt û ew desteser kir.
Hêj nehatiye eşkerekirin ka ji ber çi Bîlîcî hatiye desteserkirin.
Weqfa Mafên Mirovan(TIV) xwest demildest Bîlîcî bê serbestberdan.
“Nayê qebûlkirin ku mirovên mafxwaz têne desteserkirin û zordarî li ser wan hene.”
Racî Bîlîcî yek ji 4350 dersdêran e ku di 8ê Îlona 2016ê de ji karî hatibû avêtin. (AS/MB)