Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Îdirê, Mehmet Emîn Adiyaman li Dîlokê desteser kir û bir Enqereyê.
Adiyaman li mala ku bûbû mêvan hatiye desteserkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi tometa ew di axiftinên xwe de “propagandaya rêxistinê dike” biryara “anîna bi zorê” ji bo parlamenterî daye. Polîsan vê sibeyê siet 6.00ê Adiyaman bir Enqereyê.
Mehmet Emîn Adiyaman kî ye?
Ew di sala 1961ê de hatiye dinyayê. Wî li Beşa Dadnasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendiye. Ew parêzer e û pênc zarokên wî hene.(ÇT/MB)