Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan li Enqereyê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê(Dihaber), Hayrî Demîrî de girt û ew desteser kir.
Li gor nûçeya Dihaberê polîsên Hêza Dijî Terorê(TEM) Demîr desteser kiriye û dadgehê biryara nehênîbûnê ji bo lêpirsîna li ser wî daye.
Di heman demê de polîsan bi ser mala malbata Demîrî ya li Bismîlê de jî girtiye.(BK/MB)