Di operasyonên ku danê sibehê li Stenbol, Êlih û Amedê hatin lidarxistin de polîsan 5 rojnameger desteser kirin. Hat zanîn ku desteserkirin di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatine kirin.
Polîsan bi ser mala kevin a nûçegihana bianetê Tûgçe Yilmazê de girt û dema ku Yilmaz li malê nedîtin bi rêya telefonê lê geriyan. Ji bo îfadeyê bide gazî emniyetê kirin. Polîsan li mala ku Yilmaz lê nedima jî lêgerîn kirin. Li ser vê yekê Yilmaz bi parêzerê xwe Denîz Yazgan Şenayê re çû Rêvebiriya Emniyetê ya Navçeya Kadikoyê. Ji wir jî biryar hat dayîn ku bêyî îfadeya wê bigirin sewqî Eskîşehîrê kirin.
Yilmazê wê ji bo kontrolê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin, ji wir jî wê Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê û her weha ji wir jî wê bişînin Eskîşehîrê.
Li Stenbolê di serdegirtina malan de rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu, li Amedê Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û Ahmet Sûmbûl û li Êlihê jî Mehmet Uçar hatin desteserkirin.
Her wiha li gorî agahiyan polîsan bi ser mala Gulcan Derelî de jî girtine. Biryara sînordarkirinê li ser dosyeyê heye û hêj sedema desteserkirinan nayê zanîn.
Dema desteserkirina Erdogan Alayumat
Her wiha derhêner Ardin Dîren, helbestvan Hicrî Îzgoren, nivîskar Omer Barasi û karîkaturîst Dogan Guzel jî hatin desteserkirin. Nayê zanîn ka lêpirsîn heman e lepirsîn e yan na.