Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dozgerê Komarê yê Stembolê, doza wan polîsên ku di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de, nûçegihana bianetê, Beyza Kural ji piştê ve kelepçe kiribû û derb kiribû, sekinand.
Ji bo lêpirsîna ku Y.Ş., N.D. û K.A. yên polîs bi ‘’birîndarkirin û bi-kar-anîna zordariya ji erkê [polîsan] zêde’’ tometbar dike dozgerîyê biryara sekinandina dozê da.
Dozgerîyê dîyar kir ku ‘’rewşeka ku metirsiya mirinê [li ser nûçegihana bianetê] çêbike nîne.’’
Digel ku di wêneyên ji bo dozgerîyê hatîn şandin de bi eşkereyî dixweyî ku qerta çapemeniyê ya Kuralê di destê wê de bû, polîsan îdia kir ku wê qerta xwe nîşan nedaye.
Konseya Ewropayê bûyer di Kanûna Paşiyê ya 2016ê de ji Tirkiyeyê pirsîbû, Tirkiyeyê dîyar kiribû ku polîsan gotiye qey ew yek ji xwenîşanderan e û girtiye dema hatiye zanîn ew nûçegihan e serbest hatiye berdan.
(ÇT/MB)