Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan nehişt ku 46emîn car bîranîna Kizildereyê li Stenbolê li Qada Galatasarayê çêbibe.
Bîranîna Kizildereyê her sal, bi pêşekiya Hewldana 78an ji hêla hin partiyên siyasî û rêxistinên sivîl çêdibe.
Kesên ku xwestin bernameya bîranînê çêbikin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê li Qada Galatasarayê ya li ser Kolana Îstîklalê saet 12.30ê de kom bûn. Lê li vir polîsan ew asteng kirin. Yûnûs Bîrcan Berdevkê Hewldana 78an ê Stenbolê hat desteserkirin.
Li gorî zanyariya endamên Hewldana 78an ji polîsan wergirtiye Bîrcan ji ber pankarta di destê wî de hatiye desteserkirin ku fotografên kesên li Kizildereyê hatine kuştin li ser bû.
Li gorî zanyariya ku Nîmet Tanrikûlû endama Hewldana 78an daye, Bîrcan li wesayita polîsan a li qadê tê girtin û wê wî derxistin pêşberî dozgeriyê.
Li gel Hewldana 78an, endamên Komeleya Muxalifên Leşker ên li hemberî derbeyên Leşkerî (ADAM-DER), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Xebatên Hunerê yên saziya Karşiyê, Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Keskan û Dahatûya Çep (YSGP) wê beşdarî bernameyê bûbana.
Qetlîama Kizildereyê
Mahîr Çayan û hevalên wî ji bo pêşiyê li darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înanî bigirin 25 û 26ê Adarê ya 1972yê biryar girtin ku wezîfedanê li baregeha bêhnvedanê ya NATOyê birevînin. Gezmîş, Aslan û Înan piştî derbeya 12ê Adarê ya 1971ê hatibûn girtin.
Yek ji avakarên Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan, Serokê Giştî yê Dev-Gençê Ertûgrûl Kurkçu, Endamê Lijneya Birêveber a Navendî ê Dev-Gençê Hudayî Arikan, milîtanê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Cîhan Alptekîn, ajokarê Fatsayî Nîhat Yilmaz, mamosteyê Fatsayî Ertan Sarûhan û rênçberê Unyeyî Ahmet Atasoyî 26ê Adarê du wezîfedarên Îngilîz û yekî Kanadayî girtin û ji navçeya Unye ya Ordûyê derketin ku hêzên ewlekariyê ew der dorpêç kiribûn. Ji vir çûn gundê Kizildereyê yê navçeya Nîksarê ya Tokatê. Sînan Kazim Ozudogrû Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê, Sabahattîn Kurt endamê Lijneya Birêveber ê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî, Omer Ayna milîtanê THKOyê û serpel Saffet Alp ê hêzên ewlekariyê weke avakarê “Rêxistina Şoreşger a Proleter a Hêzên Hewayî” li wî digeriyan berê xwe li vî gundî veşartibûn.
Hêzên ewlekariyê di encama agahiyên bi dest xistine 30ê Adarê çûn guherên li derdora gundê Kizildereyê. Ji vir çûn mala muxtarî ku wî berê nameya gilîkirinê amade kiribû. Muxtar ji hêzên ewlekariyê re got ku kesên firar li mala wî ne.
Çayan û hevalên wî ku mala lê diman hatibû dorpêçkirin, qebûl nekirin ku teslîm bibin. Hêzên ewlehiyê bi reşaşeyan, topên hawanê û bombeyan êrîş birin ser wan û 3 teknisyen jî di nav de 10 şoreşger hatin kuştin. Bûyer weke Qetlîama Kizildereyê di nava rûpelên dîrokê de cî girt.
Kurkçu di dema êrîşê de xwe li kadînê veşartibû û bi giranî ji qetlîamê rizgar bûbû lê piştî bi rojekê ji hêla cendermeyan ve hatibû dîtin û girtin.
Şoreşgerên li Kizildereyê hatibûn kuştin
Mahîr Çayan yek ji avakarên Partî-Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C), Ertûgrûl Kurkçu Serokê Giştî yê Dev-Gençê, Hudayî Arikan Endamê Lijneya Birêveber a Navendî ê Dev-Gençê, Cîhan Alptekîn milîtanê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO), Nîhat Yilmaz ajokarê Fatsayî, Ertan Sarûhan mamosteyê Fatsayî, Ahmet Atasoyî rênçberê Unyeyî, Sînan Kazim Ozudogrû Sekreterê Giştî yê Dev-Gençê, Sabahattîn Kurt endamê Lijneya Birêveber ê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Zanistên Siyasî, Omer Ayna milîtanê THKOyê û serpel Saffet Alp ê ku hêzên ewlekariyê weke avakarê “Rêxistina Şoreşger a Proleter a Hêzên Hewayî” li wî degireyan. (TP/HK/FD)