Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Kesk a Çep (YSP) Ayten Donmez hatiye desteserkirin. Donmez li Kocaeliyê namzeta rêza 13an e.
Li gorî nûçeya AAyê, polîsan bi ser mala Donmezê ya li Uskudara Stenbolê girtiye û ew desteser kiriye. Li gorî heman nûçeyê, polîsan dest daniye li ser telefona wê û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Duh jî polîsan li 21 bajaran bi ser malên rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan de girtibûn û bi sedan kes desteser kiribûn.
Parlameterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temelî aşkere kiribû ku endamên Lijneya Rêveber a Navendî yên HDPyê, alîkarên hevserokan jî din av de gelek kes hatine desteserkirin.
33 baroyan daxuyaniyeke hevbeş weşandibû û gotibû, bila destûrê bidin ku parêzer biçin bi desteserkiriyan re hevdîtinan bikin. (AÖ/FD)