Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Peymana Stenbolê betal kiriye duh Tirkiye bi fermî ji Peymanê derketî ye.
Jinên ku bertek nîşandane bi banga Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pekbîne gotine, “em xwedî li jiyana xwe jî û li mafên xwe jî derdikevin” û li Tunela Taksîmê kom bûne.
Bi sedan jinan pankartên, “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, Ji bo me xelas nebûye” berz kirine û dirûşmên “Heta em nebên qediya, naqede”, “Denîz Poyraz nemir e”, “Ev hê destpêke em ê tekoşînê bidomîne” û “Dewleta homofobîk” avêtine.
“Biryara derketina ji Peymanê ji bo tune ye”
Piştre polîsan barikat danîne pêşiya jinên ku berbi Meydana Galatasarayê dimeşiyan û bi gaza îsotê midaxeleyî wan kir. Di dema midaxeleya polîsan de hin jin li ser hişê xwe ve çûne.
#1TemmuzdaİsyanVar | Kadınlar Sokakta: İstanbul Sözleşmesi Bizim!
— Özgür Gelecek (@ozgur__gelecek) July 1, 2021
Türkiye'nin İstanbul Sözleşmesi'nden çekilmesi kararını kadınlar protesto ediyor.
Kadınlar, İstiklal caddesinde polis barikata yüklenen kadınlara gaz sıktı!
➡️https://t.co/XbgkeD5lEe#İstanbulSözleşmesi pic.twitter.com/VfgfCRYwlv
Jinan piştî midaxeleya polîsan di bin abloqeyê de daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî li ser navê Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêkbîne hat kirin û weha hat gotin, “Derketina ji Peymana Stenbolê ji bo jinan weke biryareke tune tê hesibandin. Em carekî din li vir radigihîne: Ji bo me neqediya. Em her roj ji nû ve destpê dike, li hemû qadên jiyanê, li her derê, herdem em têdikoşin. Em baş dizanin ku em ê Peymana Stenbolê bide pêkanîn.
“Ev ji bo me tekoşinekî jiyanê ye”
Jinan destnîşan kiriye ku ew wekheviyê dixwazin ne litfê û bibîrxistine ku Peymana Stenbolê metna hiqûqî ya herî berfireh e ku bi esasê têkoşîna li dijî tûndkariya zayendî ya civakî ve hatiye nivîsandin:
“"Bingeha vê daxwaza wekheviyê ye ku jin bi sedsalan e diparêze. Bi nepesendkirina daxwaza wekheviyê re bi tûndkariya mêran re nikarin têbikoş in, bi tenê tûndkarî xwe nû dike.”
Polîsan pêş çalakiyê Taksîm girtin abloqeyê
Li Taksîmê pêş ku çalaki destpê bike, bi dehan wesayîtên polîsan, wesayîtê desteserkirinê û toma li wir bûne û gelek rê bi barîkatan girtine. Çalakiyan di 19.00an de destpê kir.
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(EMK/AY)