Fotograf: Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 6em salvegera Qetlîama Pirsûsê de polîsan midaxele li bernameyên bîranînê yên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê kirine. Gelek kes desteser bûne.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Kolana Halitagayî ya Kadikoya Stenbolê bernameyek li dar xistine. Di bernameyê de çalakgeran fotografên 33 qurbaniyan û pankart hildane ku li ser wan nivîsên "Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesî edalet", "Bila dilên me ji bo edaletê lê bide" hebûn, hildane.
Bixwîne - 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bibîr anîne
Malbatên beşdarî bernameyê bûne daxwaza edaletê kirine û xwestine berpirsên qetlîamê werin cezakirin.
Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP), nûnerên partiyên siyasî û yên rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî bernameyê bûne.
Piştî civîna çapemeniyê, koma ku xwestiye bimeşe, rastî midaxeleya tund a polîsan hatiye. Polîsan gaza rondikrij û guleyên plastîk bera çalakgeran dane û derb li gelek kesan dane û ew desteser kirine. Her weha polîsan tundkarî li rojnamegeran jî kirine ku çalakî dişopandin.
Suruç Katliamının üzerinden tam 6 yıl. 6 yıldır 33 Düş Yolcumuzu katledenlerden hesabı soran, 6 yıldır adalet mücadelemizi büyütem gençlere polisin plastik mermileri ile saldırısı.
— Suruç Aileleri (@SurucAileleri) July 20, 2021
Bizim çocuklarımızdan elinizi çekin!
IŞİD'den bir farkınız yok artık yeter!#Suruç6Yıl https://t.co/v6gGpmY1kO
Enqere
Polîsan destûr neda ku li Guvenparka Enqereyê bernameya bîranînê pêk were.
Koma ku xwestiye ji Kolana Konûrê ber bi Guvenparkê ve bimeşe, polîsan midaxele li wan kiriye û gelek kes desteser kirine.
Îzmîr
Bernameya yadkirinê ya li Îzmîrê li navçeya Karşiyakayê bûye. Beşdarên bernameyê li ber Rawestgera Îzbanê ya Karşiyakayê kom bûne û pankart hildane ku li ser wê "Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo herkesî edalet" nivîsî bû. Çalakgerên ku bi fotografên 33 qurbaniyan beşdarî çalakiyê bûne sloganên "Roj wê were, wê çerx bizîvire, AKP hesab bide gelî" berz kirine. Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbay, Parlamenterên HDPyê beşdarî bernameyê bûne.
Polîsan midaxele li çalakgeran kiriye, gaza rondikrij bera ser wan daye û gelek kes bi lêdanê desteser kirine.
Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê li Amed, Çanakkale, Bûrsa, Hatay, Dêrsim, Cizîr û Findikliya Rîzeyê hatine bibîranîn.
TGSyê bertek nîşan daye ji bo tundkariya polîsan
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) bertek nîşanî polîsan daye ku di dema bîranîna li Stenbolê de midaxele li rojnamegeran kiriye. TGSyê li ser hesabê xwe yê Twitterê, fotografên rojnamegerên birîndar bûne weşandiye û gotiye, "Em vê tundkariya hêzên ewlehiyê ya bi rêk û pêk ya li dijî rojnamegeran, şermezar dikin."
TGSYê her weha xwestiye lêpirsîna polîsên berpisiyar were kirin. (KÖ/FD)