Di çarçoveya 11emîn Meşa Rûmetê a Transan a Stenbolê de aktîvîstên trans+yan li Kadikoyê kom bûn. Polîsan midaxeleyî aktîvîstan kirin.
Polîsan koma ku li kolanên Acıbademê kom bûbû dorpêç kir û herî kêm 60 kes bi lêdanê desteser kirin.
Parlamenterên Stenbolê Kezban Konukçu û Ozgul Sakî jî ji bo piştgiriya çalakiyê hatibûn qadê. Lêbelê polîsan hewl dan ku wan bi mertalan wan bixe dorpêçê.
Di kêliyên destpêkê ên çalakiyê de wesayîtek sivîl ajotin ser komê.
Heta niha derbarê rewşa tenduristiya kesên hatine desteserkirin de tu daxuyanî nehatiye dayîn, rêxistinên mafên mirovan û parêzer pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
🏳️⚧️Çalakvanên trans tevî hemû astengiyên polîsan meşiyan:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 22, 2025
"Tu li ku yî, evîndara/ê min!"
📹 @nooshkei pic.twitter.com/n6WxQQy5ZA
(NK/TY/AY)


.jpg)
_(2).jpg)