Fotograf: Zeynep Kuray
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan midaxele li wan kesan kiriye ku ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsalên di rojiya mirinê de ne li ber Nexweşxaneya Sadi Konuk a Bakirkoyê nobet digirtin.
Her roj saet di 15.00ê de li ber nexweşxaneyê daxuyaniyek dihate dayîn û heta îro polîsan midaxele nekiribûn.
Rojnameger Zeynep Kurayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku gelek kes hatine desteserkirin.
Parêzer Ebrû Tîmtîka bi daxwaza daraza adilane 235 roj in rojiya mirinê digire û li Nexwexxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî, parêzer Aytaç Unsal jî bi heman daxwazê 202 roj in rojiya mirinê digire û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleymanî tên girtin. Her du nexweşxane jî nexweşxaneyên pandemiyê ne. (EMK/FD)