Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
Piştî biryara “betalbûna mitleq” a derbarê 38em Kongreya Asayî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de, bi midaxeleya polîsan avahiya Navenda Giştî a CHPê hat valakirin.
Ji bo CHPê biryara "betalbûna mitleq" hat dayîn
Polîsan midaxele kirin û avahî hat valakirin
Piştî ku îstînafê biryar da ku wekî tedbîr Ozgur Ozel û rêvebiriya partiyê ji wezîfeyê werin girtin û wezîfe radestî Kemal Kiliçdaroglu û rêvebiriya kevin were kirin, îro dema ekîba Kiliçdaroğlu xwest biryara derbarê valakirina Navenda Giştî de teblîg bike, alozî derket.
Walîtiya Enqereyê, li ser serlêdana parêzerê Kiliçdaroglu Celal Çelik, ji bo “pêkanîna biryara dadgehê” ferman da Emniyeta Enqereyê.
Polîsan li derdorî saet 14:20an dest bi midaxaleyê kirin. Polîsan zincîrên li ber deriyê otoparkê bi meqesa hesin birîn, deriyê hesinî jî şikandin û ketin hewşê. Polîsan midaxaleyî partiyî û rojnamevanên li ber avahiyê kirin û di nav avahiyê de jî kapsulên gaza hêsirrijên û fîşekên plastîk teqandin. Paşê polîs derketin qatê 12an ku qatê Serokatiya Giştî ye.
🔴 Binadan ayrılmadan önce | CHP Genel Başkanı Özgür Özel, makam odasında kendisine ulaştırılan, Genel Merkez'in tahliyesine ilişkin icra dairesinden alınan tebligatı, "Bunun için yıktılar baba ocağını" diyerek yırttı. pic.twitter.com/miYJtTN2Vz
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
Xulek bi xulek tiştên ku li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê qewimîn:
15:50 Serokê CHPê Ozel û partiyî ji avahiyê Navenda Giştî derketin û ber bi Meclîsê ve dest bi meşê kirin. Piştî midaxaleya polîsan, dîmenên ji nav avahiyê.”
🔴 CHP lideri Özel ve partililer, Genel Merkez binasından ayrılıp Meclis'e doğru yürüyüşe geçti. Polis müdahalesinin ardından bina içinden görüntüler.
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/yi5ZyWzjXv
15:40 Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, berî ku ji avahiyê derkeve daxuyaniyek da.
“Em tiştê ku li CHPê tê dikin. Her kes tiştê ku li nav û daxwaza xwe tê dike. Ez pir xemgîn im. Lê belê, em ji xanî û ocaxa bavê xwe dertên da ku careke din kes nikaribe destê xwe dirêjî vir bike û em ê vir paşve bigirin. Gava em careke din werin vir, ne ev desthilatdarî û ne jî hevkarên vê desthilatdariyê dê tu carî rû nekin ku cesareteke weha bikin. Me got nekin; ji ber çavtengiyê xwe yên kesane û ji ber ku we têkçûna xwe qebûl nekir, nebin parçe û kiryarê plana radestkirina partiyê ya ji bo AK Partiyê. Mixabin me neda fêmkirin.”
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Bina içindekilere yönelik müdahale sürüyor. Polis, bianet editörü Evrim Kepenek'in de aralarında bulunduğu basın mensuplarını ve yurttaşları bina önünden uzaklaştırdı.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/zKsktIANx2
14:36: Midaxaleya li ser kesên di nav avahiyê de ne berdewam dike. Polîsan rojnamevanên ku edîtora bianetê Evrim Kepenek jî di nav de ye û welatî ji ber deriyê avahiyê dûr xistin.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 bianet editörü @kepenekevrimm, müdahale sonrası yaşananları aktarıyor: "Çok sayıda milletvekili ve partili ile gazeteciler binadan çıkarıldı. Bina önünde 'Direne direne kazanacağız' sloganı atılıyor." pic.twitter.com/t3uYktEKfG
14:54 Polîsan midaxaleyî rojnamevanên li ber avahiyê kirin û ew ji qadê dûr xistin.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Polis, bina önündeki gazetecilere müdahale ederek alandan uzaklaştırdı.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/w755dN89KB
14:52 Partiyiyên di nav avahiyê de derketin ber penceran û dirûşma ‘Dê qeyûm biçin, em ê bimînin’ berz dikin.”
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Bina içindeki partililer pencerelere çıkarak "Kayyımlar gidecek, biz kalacağız" sloganı atıyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/fmIvFc1LpK
14:44 Parêzerê Kiliçdaroglu Celal Çelik, li gel polîsan ket nav avahiyê.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Kılıçdaroğlu'nun avukatı Celal Çelik, binaya girdi.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/GIK68IXlsC
14:41 Gava polîs dûrxistina rojnamevanan a ji ber deriyê avahiyê berdewam dikin, deriyê wesayîtê yê ku berî midaxaleyê şikandibûn jî radikin.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Polis, basın mensuplarını bina önünden uzaklaştırmaya devam ederken, müdahale öncesi kırdıkları araç kapısını da kaldırıyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/jF0utQrNr4
14:31 Parlamentera CHPê Sibel Suiçmez bertek nîşandî polîsan da û got: "Hûn hemû sûç dikin."
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ CHP Milletvekili Sibel Suiçmez'den polislere: "Hepiniz suç işliyorsunuz."
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/HmHJzBIifL
14:30 Bombeyên gazê avêtin nav avahiyê; Parlamenterê CHP’ê Mahmut Tanal bi polîsên li ber avahiyê re nîqaş dike.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Bina içine gaz bombaları atıldı, CHP Milletvekili Mahmut Tanal bina önündeki polislerle tartışıyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/5Um0Mnxuc5
14:27 Partiyî ketin nav avahiyê û li ber derî barîkat danîn. Tîmên polîsên çevîk jî hewl didin bikevin hundirê avahiyê.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ Partililer bina içine girdi, kapıya barikat kurdu. Çevik kuvvet ekipleri de binaya girmeye çalışıyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/U9e3GJIuvJ
14:36 Midaxaleya li hemberî kesên di nav avahiyê de berdewam dike. Polîsan rojnamevan û welatî, ku edîtora bianetê Evrim Kepenek jî di nav wan de ye, ji ber deriyê avahiyê dûr xistin.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Bina içine gaz bombaları atıldı, CHP Milletvekili Mahmut Tanal bina önündeki polislerle tartışıyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/5Um0Mnxuc5
14:20 Midaxaleya polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHP’ê dest pê kir. Polîsên ku ketin hewşa avahiyê, bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk midaxaleyî CHP’îyan dikin.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne polis müdahalesi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Bina bahçesine giren polis, gaz bombası ve plastik mermiyle CHP'lilere müdahale ediyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/Ff792tNHcb
14:15 Murat Emir û Suat Ozçagdaş ên ji CHPê, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi re daxuyaniyek dan û weha gotin:
"Ji bo me hevdîtineke pir bikêrhatî bû. Me bi taybetî bal kişand ser du xalan: Yekem; daxwaza îcrayê, bi awayekî li dijî usûlê hewl hate dayîn ku li Navenda me ya Giştî pêk bînin. Duyem; me ragihand ku serlêdaneke me ya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind heye. Niha li ser malpera Dadgeha Bilind jî bi eşkereyî xuya dike ku Serokê Giştî yê CHPê Birêz Ozgur Ozel e. Sedema vê yekê jî ew e ku biryara rênivîsê biryarek e ku divê betalbûna mitleq jê re neyê xwestin. Biryareke rênivîsê ye, lê wekî tunebûyî tê hesibandin.
Me diyar kir ku ev kêmasiyên hiqûqî û her weha bi darê zorê, bi qopik û gazê ketina navenda giştî ya partiyeke siyasî, dê ne di xêra demokrasiya Tirkiyeyê û ne jî di xêra gelê me de be. Me ji Birêz Wezîrê Karên Navxweyî bi taybetî daxwaz kir ku hêzên ewlehiyê bi karbînanîna hêzê nekevin Navenda me ya Giştî.”

13:52 Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya CHPê Emine Uçak Erdogan bi bianetê re axivî:
‘Ev mesele ne tenê meseleyeke navxweyî ya CHPê ye. Çi qewimîbe, hewldaneke darbeyê ye ku bi destê daraza û desthilatê hatiye kirin. Em van tiştên diqewimin qebûl nakin û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
🔴 CHP Genel Merkezi'nde 'tahliye' gerginliği
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ CHP Parti Meclisi Üyesi Emine Uçak Erdoğan: "Bu mesele sadece CHP’nin iç meselesi değildir. Yaşananlar yargı ve iktidar eliyle yapılmış bir darbe girişimidir. Bu yaşananları kabul etmiyoruz, sonuna kadar mücadeleyi sürdüreceğiz."… pic.twitter.com/4cBbM1MRMf
13:15 Cîgirê Serokê Koma CHPê Murat Emir, di daxuyaniya xwe ya li Navenda Giştî de ev tişt gotin:
“Yên ku nekarîn zend û bendên berbijêrê me yê Serokomariyê bitewînin, pêşî li Stenbolê derbeyek kirin; lê gava bi ser neketin, êrişî nasnameya sazîbûnê ya CHPê kirin. Ev êriş her weha neheq û nehiqûqî ye, ji ber vê yekê em qebûl nakin û em ê nekin. Ev ji bo me hewldaneke derbeyê ye û her weha revandina sindoqê ye. Tenê çareseriya derketina ji vê rewşê kongre ye. Gava lêgerîn û bendewariya me ev bû, bi hin ‘paşmayiyên mafyayê’ yên ku ji cihekî dîtine, berê sibê li ber deriyê me peyda bûn. Me ev hewldana êrişê pûç kir, em di nava lêgerîna lihevkirinê de ne. Me randevûya xwe ji Wezîrê Karên Navxweyî girtiye, em ê biçin hevdîtinê.”

11:16 Li gorî nûçeya ANKAyê, ekîba Kemal Kiliçdaroğlu çend saet berî serlêdana valakirinê, telefonî personelên Navenda Giştî kiriye û gotiye: “Gava karên valakirinê dest pê bikin, hûn di Navenda Giştî de bin dê peymana we were betalkirin, avahiyê biterikînin.”
Hat hînkirin ku piştî van hişyariyan hin personel ji avahiyê derketine. Li dora Navenda Giştî bendewarî berdewam dike.
11:42 Müslim Sarı yê ji CHP’ê ku yek ji alîgirên Kılıçdaroğlu ye, li ber Navenda Giştî daxuyaniyek da û weha got:
"Ev ji bo CHP’ê tabloyeke xemgîn e. Lê belê hevalên me yên li hundir, tevî daxwazên me yên bi israr jî derî venekirin. Ji lihevkirinê re girtî ne. Ji kesî re randevûyeke wekî hevdîtina di saet 12’an de nehatiye dayîn. Hevalên me rastiyê nabêjin. Em serê sibehê hatin da ku em rûnin û bipeyivin. Lê belê bi hîç awayî gav nehate avêtin. Em ji lihevkirinê re amade ne.”
🔴 Kılıçdaroğlu destekçilerinden CHP'li Müslim Sarı:
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ "CHP açısından üzücü bir tablo bu. Ama içerideki arkadaşlarımız ısrarlarımıza rağmen kapıyı açmadı. Uzlaşmaya kapalılar. Kimseye 12’de buluşma gibi bir randevu verilmedi. Arkadaşlarımız doğruyu söylemiyor. Biz sabah geldik,… pic.twitter.com/DBB3iuWoRo
11:00 Li Navenda Giştî li dijî îhtîmala midaxaleya polîsan, partiyiyan li ber deriyê avahiyê barîkat çêkirin. Berî midaxaleya gengaz, maskeyên gazê li partiyiyan hatin belavkirin, bendewariya li hewşê berdewam dike.
🔴 CHP Genel Merkezi'ne 'müdahale' hazırlığı
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Partililer bina kapısına barikat kurarken, olası müdahaleye karşı gaz maskeleri takıldı. Bina bahçesindeki bekleyiş devam ediyor.
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/yS8wRw5a7m
10:32 Parêzgariya Enqereyê daxuyand ku li ser serlêdana parêzerê Kemal Kılıçdaroğlu Celal Çelik, ji bo midaxaleya li Navenda Giştî ya CHP’ê ferman dane Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê.
— T.C. Ankara Valiliği (@AnkaraValiligi) May 24, 2026
10:16 Parêzerê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu Celal Çelik, di daxwaznameya duyemîn a ku da Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê de diyar kir ku “Em daxwaz dikin ku ji bo radestkirina Navenda Giştî ya Partiyê ya ji bo me, karûbarên pêwîst werin kirin.”
Kiliçdaroglu, di ser şêwirmendê xwe yê çapemeniyê Atakan Sonmez re peyama “Derbarê kesên li dijî fermanê tevdigerin de dê tedbîrên pêwîst werin girtin” da.

09:51 Li pêşiya Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) deriyên ketinê girtî tên hiştin û wesayît li ber deriyan hatine sekinandin. Gava li hewşê bendewariya partiyiyan berdewam dike, alîgirên Kemal Kılıçdaroğlu jî li aliyê din ê rê li bendê ne. Kolana ku Navenda Giştî lê ye bi barîkatên polîsan hate girtin û li seranserê rê gelek polîsên çevîk qewet hatin bicihkirin.
🔴 CHP Genel Merkezi önünde son durum:
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉 Giriş kapıları kilitli ve önlerinde araçlar bulunuyor. Bahçede bekleyen partililer var.
👉 Kılıçdaroğlu destekçileri yolun karşı tarafında bekliyor.
👉 Binanın bulunduğu sokak polis bariyerleriyle kapatıldı. Yol üzerinde çok sayıda çevik… pic.twitter.com/SGkYhgFKPN
08:56 Partiyî, parlamenterên CHPê, endamên Meclîsa Partiyê û serokên bajar û navçeyan jî ji serê sibê ve li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê bendewariya xwe didomînin. Li ber deriyê Navenda Giştî ya CHPê dowîza ku li ser “Rê nedin qeyûm û derbeyê” nivîsandiye hat daliqandin.
🔴 CHP Genel Merkezi'nin kapısına "Kayyıma, darbeye geçit yok" yazılı döviz asıldı, kapılar hâlâ kilitli. Kılıçdaroğlu destekçisi milletvekilleri, çok sayıda polis eşliğinde kapı önündeki bekleyişlerini sürdürüyor.
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
📹 Video: @kepenekevrimm pic.twitter.com/uNpNJTKjFQ
08:52 Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Mahir Polat ku yek ji alîgirên Kılıçdaroglu ye, weha got:
"Wekî ku Serokê me yê Giştî yê Rûmetî Birêz Kılıçdaroğlu jî gotî, em ê di dema herî nêz de kurultaya xwe li dar bixin. Lê belê hevalên me bi serhişkiyeke ku em jê fehm nakin, endam û parlamenterên partiyê hildidin hundir û ji bo ku odeyên serokê me yê giştî, civata partiyê (PM) û MYK’ya me vala nekin, bi israr in.”
🔴 Kılıçdaroğlu destekçilerinden CHP İzmir Milletvekili Mahir Polat:
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ "Sayın Genel Başkanımız Kılıçdaroğlu'nun dediği gibi en kısa süre içerisinde kurultayımızı yapacağız. Fakat arkadaşlarımız anlayamadığımız bir inatla, partinin üyelerini ve milletvekillerini alıp, genel… pic.twitter.com/farn9FwA0m
08:49 Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Murat Emir derbarê geşedanan de daxuyaniyek da û ragihand ku duh êvarê di navbera Ozgur Ozel û Kemal Kılıçdaroğlu de peywendî hatiye danîn.
Emir da zanîn ku ji bo diyarkirina dîroka kongreyê, tê plankirin ku danê nîvro ji her du aliyan du nûner werin ba hev. Emir bal kişand ser wê yekê ku tevî vê biryarê jî hin derdoran hatine ber Navenda Giştî û weha got: "Em hatina komên mîna mafyayê qebûl nakin. Em vê ferzkirinê napejirînin û em ê li ber vê zorbetiyê serî netewînin.’”
🔴 CHP Grup Başkanvekili Murat Emir:
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ "Sayın Özel ve Sayın Kılıçdaroğlu dün akşam saatlerinde bir iletişim oldu. Kurultay tarihini belirlemek üzere taraflardan ikişer arkadaşın öğle saatlerinde buluşması planlandı. Ancak birileri, bir yerlerden buldukları mafyavari tiplerle… pic.twitter.com/jebMOgS5a5
08:40 Gava hejmara polîsên li derdora Navenda Giştî ya CHP’ê tê zêdekirin, otobusên partiyê anîn hewşa Navenda Giştî. Derî hatin kilîtkirin û polîsan Navenda Giştî ya CHPê girtin bin dorpêçê.
🔴 CHP Genel Merkezi’nde tahliye talebi
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
👉🏻 Kılıçdaroğlu destekçileri ile Genel Merkez’de bulunan partililer arasında girişte arbede yaşandı. Kapılar kilitlendi. Polis, CHP Genel Merkezi’ni ablukaya aldı.
📹/📸 @kepenekevrimm pic.twitter.com/qQ5UElJO4N
CHPê ji bo biryara “betalbûna mitleq” serî li Dadgeha Bilind da
(EMK/NÖ/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da