Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayika Gulistan Dokuyê, Bedriye Doku, bavê wê Halit Doku û xwişka wê Aygul Doku, daxwaz kirine ku hevdîtinekê bi Wezareta Dadê re bikin.
Wezaretê xwestiye Bekîr Bozdag, Wezîrê Dadgê bi wan re bicive. Lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Malbata Dokûyê jî piştî daxwaza wan nehatiye qebûlkirin, li ber avahiya Wezareta Dadê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye.
Polîsan midaxele li dê, bav û xwişka Gulistan Dokuyê kiriye û ew desteser kirine. Nayê zanîn ku bê ka polîsan malbata Doku biriye ku.
Gulistan Doku, li Dêrsimê xwendekara zanîngehê bû û ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve winda ye.
Gülistan Doku’nun akıbetini sormak için adalet bakanlığı önünde saatlerdir görüşme için bekleyen aile polislerce zorla araca bindirilip bakanlık önünden uzaklaştırıldı. pic.twitter.com/WH2ZDL8Pwx
— Hayri Demir (@HayriDemir_) February 23, 2022
(RT/FD)