Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê midaxele li xwendekaran kiriye ku ji bo salvegera avabûna Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) kom bûne.
Polîsan beriya çalakiyê bi saetan derûdora kampusê dorpêç kirine. Dema xwendekar hatina ba hev polîsan midaxele li wan kiriye û 11 xwendekar jî di nav de gelek kes desteser kirine.
Polîsan her weha rojnamegerên xwestine dîmenên çalakiyê û midaxeleyê biring, asteng kirine.
Sê xwendekarên ku hatibûn desteserkirin, paşê azad bûne. 8 xwendekarên din li midûreyeta emniyetê îfadeyên xwe didin.
Li Stenbolê jî xwendekar li Kampusa Beyazitê ya Zanîngeha Stenbolê çalakiyek li dar xistine.
Akademîsyenê Zanîngeha Bogaziçiyê, Feyzî Erçîn li vir axiviye û gotiye ku, tayînkirina rektorên kayûm xweseriya zanîngehan ji holê radike û tayînkirin bi armancên polîtîk pêk tên. (AÖ/FD)
Çavkanî: MA, ETHA