Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan Melîke Cehana ku berê li Ajansa Mezopotamyayê nûçegihan bû, li maleka li Sancaktepeyê desteser kiriye.
Ceyhan ji bo Midûriya Emniyetê ya VAtanê hatiye birin. Parêzerên Xebatên Medya û Hiqûqê çûne Emniyetê û xwestine Ceyhanê bibînin. Lê ji bo lêpirsîna wê biryara nehênîbûnê hatiye dayin, parêzeran nekarine wê bibînin.
Li gor agahiyên destkeftî Damla Savcı û Cemal Kümicem ji bo heman dozê hatine desteserkirin.
123 rojnameger girtî ne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê yên Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê, li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Raporên Çavdêriya li medyayê
Rapora Çavdêriya Li Medyayê Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê
Rapora Çavdêriya Li Medyayê / Tîrmeh - Tebax - Îlon
Rapora Çavdêriya Li Medyayê/ 2018 Nîsan-Gulan Hezîran
Rapora Çavdêriya Li Medyayê - Kanûna Paşiyê-Sibat-Adar
(EMK/MB)