Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê gulle li wesayitekê barandine. Di wesayitê de 3 kes hebûne yek ji wan miriye. Ji ber bûyerê bûyerê kesek hatiye desteserkirin.
Bûyer li roja Sêşema 11yê Kanûna Pêşiyê ya 2018an li kolana 3007an a taxa Mustafa Kemal a Ataşehîra Stenbolê di saet 16:00an de pêk hatiye.
Li gor nûçeyên ajansan, Polîsan li Kolana 3007'an a taxa Mustafa Kemala Stenbolê li ser şikê xwestine wesayitekaku bi plaka 34 BAF 278 rawestînin. Lê wesayit guh nade hişyariya "raweste". Piştî gulebaranê wesayit radiweste. Di encama gulebarana polîsan de zarokê 17 salî Seyhan bi giranî birîndar dibe. Seyhan li nexweşxaneyeke taybet li Umraniyeyê miriye.
Li piştî bûyerê xizmên Cîhan Seyhan A.S. hatiye desteser kirin. Ew jî bi Cîhan re di nav maşîneyê de bûye. Herweha ajokarê maşînê G.S. jî li piştî bûyerê direve û polês niha lê digerin.
Cenazeyê Seyhanî ji bo raporê li Tip a Edlî ya Nexweşxaneya Yenibosna yê hatiye rawestandin.
(AS/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.