Fotograf: Dilara Elçin Ozçelikel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Walîtiya Stenbolê qata mitîngê ya li Maltepeyê qedexe kir, Qaymeqamiya Beyoglûyê jî 19em Meşa Rûmetê ya Stenbolê qedexe kiriye.
Qaymeqamiyê bi sedema “Hevgirtin nayê parçekirin a dewletê û tedbîrên Covid-19ê” Meşa Rûmetê ya li Taksîmê wê bihata kirin, qedexe kiriye.
Bixwîne - Walîtiya Stenbolê Meşa Rûmetê qedexe kiriye
Piştî ku Meşa Rûmetê hate qedexekirin, polîs li Taksîm û derdora wê bicih bûne.
Foto: Dilara Elçin Ozçelikel
Polîsan êrîşî girsiya ku li Taksîmê kom bûne, kirine. Polîsan di dema êrîşan de guleyên plastîk bikar anîne. Herî hindik 20 kes desteser kirine.
Polîsan derb li kesên desteserkirî dane û destên wan li paş wan kelemçe kirine.
* Foto: Evrim Kepenek
Polîsan hemû rêyên bi ser Kolana Mîsê ve diçin girtine, her weha kesên li cafe û xwaringehên li Kolana Mîsê rûniştibûn bi darê zorê derxistine û derb li wan dane.
Nûçegihanê Fotoyên Nûçeyan Bûlent Kiliç desteser kirin. Dema ew desteser kirin, polîsan bi çoga xwe pê li pişta wî û stuyê wê kirin. Kiliçî got ku “ez nikarim bêhna xwe bistînim.” Kiliç paşê birin qereqola polîsan.
Derbarê Meşa Rûmetê ya Stenbolê de
Cara pêşiyê li Stenbolê di sala 1993yan de xwestine Meşa Rûmetê li dar bixin lê destûr nehatibû dayîn û polîsan gelek kes desteser kiribûn. Di sala 2003yan de yekem Meşa Rûmetê dîsa li Kolana Stenbolê pêk hatibû.
Wê salê bername gelekî bi coş bûye û gelek kes beşdar bûne. Di salên 2013 û 2014an de ev meş bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hatibû.
Di sala 2015an de Walîtiya Stenbolê bi sedemên cidakar û dijhiqûqî Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan qedexe kiribû.
Li dijî vê qedexeya cidakar a walîtiyê LGBTI+ her sal derdikevin kolanan.
* Di dema rewşên lezgîn de heke pêwistiya te pê çêbibe, tu dikarî telefonî vê hejmara Maseya Krîzê bikî: 0543 104 30 78
(EMK/RT/FD)