Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Rûhayê hêzên taybet ên polîsan 11 kes bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” desteser kirine. 11 kesên hatîn destserkirin li medyaya civakî fikrên xwe parvekirine.
Navenda polîsan eşkere kir ku demanceyeka bêruxsad, 176 gulle û 71 kitêb hatine dîtin ku “di naveroka wan de behsa rêxistinê heye.”
573 kes hatine desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî di 6ê Sibatê de eşkere kiribû ku 449 kesên li dijî Operasyona li ser Efrînê li medyaya civakî nivîs, vêne, vîdeo parvekirîn hatine desteserkirin.
Herweha 124 kesên operasyon bi xwenîşandanan protesto kirîn hatine desteserkirin.
Li ser hev ji ber dijayetiya operasyonê 573 kes hatine desteserkirin.(AS/MB)
Wêne: Ali Leylak – Rûha / DHA