Polîsan li parêzeran Sirûda Mehterê da guhdarkirin
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê dema çar parêzer û 5 xwendekarên dadnasiyê li kolanekê dimeşiyan polîsan ew desteserkirine û bi zorê Sirûda Mehterê(Sirûda Împeretoriya Osmanîyan) li wan da guhdarkirin.

Oya Aslan, Yağmur Ereren, Günay Dağ û Ezgi Öktenên parêzer digel xwendekarên dadnasiyê yên Seda Çaraldı, Müslüm Bezirgan, Görken Ağdede, Ayşenur Demir, Görkem Ağdede û Burcu Ertaş ji bo dozgeriyê hatine şandin.
Polîsan bi sûcê “vekirina morê” sûcdar kirin

Aytaç Ûnsalê parêzer li ser bûyerê ji bianetê re axivî.
“Dibistana Edaletê ya hatî girtin bi femî hat dewirkirin. Digel vê yekê jî polîsan ew cih mor kir û du parêzerên di avahiyê de dester kirin.
“Di wê demê de polîsan ferq kir ku mor hatiye şikênandin.
“Parêzerên hatîn desteserkirin di heman rojê de hatin berdan.
“Parêzerên hatîn berdan digel xwendekaran şîv xwar.
“Dema ew derketîn polîsan bi wesayita xwe bangî wan kir û got welatî gazindan ji wan dikin ew ê wan desteser bikin û desteser kirin.”(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”