Polîsan duh di dema pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê de tundkarî li nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînçî kir. Her weha polîsan xwest ku edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî desteser bike.
Dema bername qediya û beşdarên bernameyê belav dibûn, polîsan hin kes desteser kirin. Tûgçe Yilmazê jî dema desteserkirinan dişopand û wêne û vîdeoyên wan digirt. Polîsan destpêkê jê re gotin “wênegirtin qedexe ye.” Yilmazê ji polîsan re got ku “ez rojnameger im” û bi berdewamî dîmen girtin. Polîsan vê carê ew devûrû li erdê dirêj kirin û pêl li qirika wê kirin, derb lê dan. Her weha polîsan derb li Alî Dînçî jî dan û ew asteng kirin. Polîsan xwest ku edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî jî desteser bike.
Piştî vê rewşê Yilmaz û Dînç çûn nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirtin. Yilmaz û Dînç wê giliyê polîsan bikin.
Nûçegîhana Evrenselê Eylem Nazlierê vîdeoya dema polîsan tundkarî li Yilmazê dikir girtiye.
İstanbul #Newroz’unda gazetecilere polis şiddeti
— bianet (@bianet_org) March 17, 2024
⏺️Kutlamaları takip eden bianet muhabirlerinin polisten şiddet gördüğü anlar
Video: Eylem Nazlıer (@eylemnazlier) https://t.co/dzSxXLAdLI pic.twitter.com/tminzHt7l7
Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê Erol Onderoglûyî bertek nîşanî vê rewşe da û diyar kir ku ew tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran û desteserkirina nûçegîhana AFPyê Eylul Yaşarê protesto dike. (HA/FD)