Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koordînatora giştî ya Komeleya Hevgirîyê ya “7 Renk LGBTİ+”yê Yağmur Arıcanê diyar kir ku tûndkarîya li transan bi awayekê sîstematîk zêde dibe.
Li Mêrsînê polîsan jineka trans a bi navê Işil hingavtiye. Li gor nûçeya Yildiz Tarê bûyer bi vî awayî qewimîye.
Işil siet 11.30 şevê dema ku diçû mala xwe polîsan ew sekinandiye. Polîsan jê re goriye “ma tu şerm nakî ku tu mêr î lê cilikên jinan li xwe dikî.”
Işilê xwestiye van gotinên transfobîk qeyd bike. Polîsan gaza rondikrêj berdaye ser wê û ew zeft kirine. Digel ku Koordînatora giştî ya Komeleya Hevgirîyê ya “7 Renk LGBTİ+”yê Yağmur Arıcanê diyar kiriye divê Işil bê berdan. Dozgerî bi sûcên “heqaret” û “têkoşîna li dijî karmendan” ew desteser kiriye.
Işilê rapora debkirinê standiye, digel vê yekê jî bi awayekê keyfane nehatiye berdan.
(EMK/MB)