Fotograf û vîdeo: Rengên Berxwedanê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan li Îzmîrê êrîşî LGBTI+an kiriye ku dixwestin bernameya Meha Rûmetê li dar bixin. Endamên koma bi navê Rengên Berxwedanê xwestiye li Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê Geşta Rûmetê pêk bîne.
Cihê geşta wan wê li Încîraltiyê bûya. Lê beriya geşt pêk bê bi saetan, polîsan him cihê geştê him jî kampusa zanîngehê dorpêç kirine.
Polîsan gef li LGBTI+ên ku ji bo çûna geştê xwe amade kirine û çûne Încîraltiyê xwariye. Paşê jî derb li xwendekaran xistiye û du kes ji wan desteser kirine. Demeke dirêj zanyarî ji desteserkiriyan nehatiye girtin.
İZMİR EMNİYETİ SUÇ İŞLİYOR!
— Direnişin Renkleri (@DirenisinR) June 13, 2023
İzmir Demokrasi Üniversitesi öğrencisi LGBTİ+’lar olarak yapacağımız #İDÜOnurPikniği “eyleme dönüşeceği” bahanesiyle engellendi. Gözaltına aldığınız arkadaşlarımızı serbest bırakın!
Onur Pikniklerini keyfi bir şekilde engellemenize izin vermeyeceğiz! pic.twitter.com/DFTrSt8v7r
Paşê derketiye holê ku polîsan kesên desteser kirine, birine navenda polîsan a Balçovayê. Çav li rê ye ku piştî îfadeyên wan werbigrin, xwendekar serbest bibin.
Endamên koma Rengên Berxwedanê diyar kiriye ku tiştê Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê kiriye sûc e û êrîşa li hevalên wan bûye, şermezar kiriye.
Kesên desteserkirî, piştî îfadedayînê, serbest bûne. (EMK/FD)