Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îzmîrê endamên koma “Jin bi hev re bihêz in” çûne ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û navê Denîz Poyrazê daye kolanê. Lê polîsan destûr nedaye jinan û bi gaza rondikrij midaxele li wan kirine.
Li hêla din, Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPyê û Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDPyê tevlî heyeteke ku ji jinan pêk hatiye, ji bo sersaxiyê çûne mala Denîz Poyrazê.
Jinan digel hemû astengiyan, paşê tabelaya ku navê Denîz Poyrazê lê nivîsiye, li kolanê daliqandine.
Jinan xwestiye ew kon werin rakirin ku li ber avahiya HDPyê ya Îzmîrê vekirine. Parlamenter Serpîl Kemalbayê gotiye, “konekî kujer e, em dixwazin kon ji vir rabe.” Jinan bi hev re gotiye, “konî rakin.”
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû. (EMK/FD)