Polîsan li Edliyeya Stenbolê ji ber ku li ser tîşortê wê "lezbiyen" nivîsandiye, kesekê desteser kir
Kesekê ku ji bo piştgiriya bide kesên di doza 23emîn Meşa Rûmetê a Stenbolê de tên darizandin çûbû edliyeyê, ji ber ku li ser tîşortê wê nivîsa "lezbiyen" hebûye, li ber deriyê edliyeyê hat desteserkirin.
Rojnamegerên ku Meşa Rûmetê dişopandin û LGBTİ+yên ku tevlî meşê bûbûn îro derketin pêşberî dadwer.
Ji bo piştgirî û şopandina danişînê, girseyeke mezin çûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Polîsan li ber deriyê edliyeyê kesekê ji ber tîşorteke ku li ser All the cool girls are lezbians (Hemû keçên xweş lezbiyen in) nivîsandibû li xwe kiriye, desteser kir.
Ew kesa nêzîkî saetekê li navenda polîsan a li edliyeyê hat girtin. Piştî mudaxeleya parêzeran û bi şertê ku tîşortê xwe biguhere, serbest bû.
(BK/HA)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.