Fotograf: CNN
Li bajarê San Bernardinoyê, ya eyaleta Californiaya DYAyê, polîsan kesekî bi navê Rob Adamsê 23 salî kuştiye.
Polîsê/a navê wî/ê nehatiye aşkerekirin îdia kiriye ku çek di destê Adamsî de hebû û ew reviyaye. Lê malbata Adamsî destnîşan kiriye ku di wê demê de ew bi telefonê bi dêya xwe re diaxivî û di destê wî de ne çek lê telefon hebû.
Dêya Rob Adamsî, Tamika Deavila Kingê gotiye ku di dema axavtina wê ya bi kurê wê de “Bi tenê dengê çekan hat, nekarîbû ji min re bibêje bixatirê te.”
Rayedarên polîsan diyar kiriye ku di 15ê Tîrmehê de hin kesan gilî kiriye û gotiye, çek di destê mêrekî çermreş de ye û ew çûne cihê bûyerê. Li gorî daxuyaniya polîsan, Adamsî çek ji ber xwe derxistiye û berê wê daye polîsan û bi wê çekê ber bi wesayitê ve meşiyaye.
Navenda polîsan li ser medyaya civakî, vîdeoyeke şeş deqîqeyan weşandiye ku ji ber dîmenên kamerayên ewheliyê û kameraya laşî ya polîsan hatine girtin. Di vê vîdeoyê de polîs behsa bûyerê dikin.
Di vîdeoyê de tê dîtin ku Adams bi lez dizîvire û ber bi du wesayîtên li ber dîwarekê sekinîne direve. Paşê polîsek bi çekê guleyekê bera Adamsî dide. Polîsan gotiye ku piştî bûyerê wan devançeyeke 9 milîmetre dîtiye.
Adamsê li nexweşxaneyê miriye.
Parêzerê mafên sivîlan Ben Crumpî diyar kiriye ku mirina Adamsî mînakeke klasîk e ji mottoya “pêşî bera wî bide paşê pirsê bipirse” ye. Malbata Adamsî ji bo lêpirsînê, wê serî li dadgehan bide. (AS/FD)