Fotograf: Mor Çati
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Rapora Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2020an a Tundkariya Li Dijî Jinan û Şewba Koronayê” ya Mor Çatiyê hatiye belavkirin.
Mor Çatiyê di raporê de diyar kiriye û gotiye, di çalakiyên mekanîzmayên tekoşîna li dijî tûndkariya li ser jinan de astengiya herî mezin xemsariya wezîfedarên dewletêne ku wezîfeya xwe pêknayînin.
“Ne karê me ye, hûn ê Mor Çatiyê bigerin”
Jinekî gotiye ji bo ku ew biçe stargehê serî li qereqolê daye û ji ber vîrusa koronayê serlêdana wê qebûl nekirine.
Jinekî gotiye wê dema serî li stargehê daye, polîsan jê re gotiye “Ne karê me ye, li Mor Çatiyê bigerin”
Jinekî ku bi rêya qereqolê serî li stargehê daye û gotiye, dema wê serîlêdaye jê re gotinê tu tenê dikare bi biryara dozgerîyê biçe stragehê.
Jinekî ku li piştî tûndkariyê bi awayekî giran di laşî de birîn girtiye, diyar kiriye k udi dema başbûna laşî û derûnî de wê ji stargeha ŞONİMê piştgirî girtiye. Li wê dema ku li stargehê maye bi domdarî rastî heqareta karmendê stargehê hatiye.
Jinekî ji ber ku partnerê hevala wê gef li wê xweriye, li 183ê geriyaye û gotiye, dema wê telefonî 183ê kiriye, derbarê mafên wê de çi zanyarî nedanê.
Jinekî jî gotiye ji bo ku kesê tûndkarî li wê kiriye jê were dûrxistin serî li qereqolê daye û serlêdana wê qebûl nekirine û bi saetan li qereqolê dane sekinandin.
Jinekî ji bo qanûna bi hijmara 6284ê were pêkanîn serî li polîsan daye. Polîsan îfadeyên wê bi awayekî şaş girtiye û diviyabû di çarçoveya vê qanûnê de ji tûndkariyê bihata parastin û tundker jê bida dûrxistin. Me dît ku ev mafê wê jinê jî hatiye astengkirin.
Jinekî jî gotiye, piştî ku ew rastî tûndkariyê hatiye, çûye stargehekî dewletê û li wê derê. destura bikaranîna telefonê û derketina derve nedane wê jinê. (AÖ/AY)