Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Edeneyê warê xwendekarên keç(yûrda keçan) ê bi navê Özel Aladağ Tahsil Çağındaki Talebelere Yardım Derneği Ortaöğretim Kız Öğrenci Yurdu îro şewitî polîsan ji ber şewatê C.G.yê midûr jî tê de 14 kes desteser kirine.
Serdozgeriya Kozanê lêpirsînek daye dest pê kirin. Ji ber ku deriyê jêderketina dema hewarê hatiye miftekirin bersûc bi sûcê “bi teqsîrî* kuştina kesan” têne sûcdarkirin.
(*Teqsîr: Bi xemsariyê kirina karan.)
Yek ji wan zarokên mirîn keça 4 salî ya midûrê desteserkirî ye.
Navê wan kesên mirîn ev in: Fatma Canatan a dersdar, keça midûrî Sare Betûl Genç, ji sefa 8. Sema Nur Aydoğdu, Zeliha Avcı, Sevim Köylü ji sefa 7. Gamze Bagir, Sümeyye Yetim, İlknur Maden ji sefa 6. Nurgül Pertlek, ji sefa 5. Bahtınur Baş, Tuğba Ağdoğdu û Cennet Karataş. (NV/MB)
Wêne: @140journos