Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Izmîrê polîsan ji ber parvekirinên li medyaya civakî bi ser malan de girtine û gelek bikarhênerên medyaya civakî desteser kirine. Di nav desteserkiriyan de Onur Kiliçê ODPyî(Partiya Azadî û Demokrasîyê) jî heye.
Onur Kiliç careka dî jî ji ber heman sedemê hatibû desteserkirin û girtin.
Kilinç carekê ji ber “heqareta li serokkomarî” 13 rojan di girtîgehê de mabû. Paşê di Tîrmeha 2017ê de bi sûcên “ji bo kîn û nefretê teşwîqkirina xelkê” “heqareta li serokkomarî” û propagandaya ji bo rêxistinekê” hatibê desteserkirin, bi şertê ew her roj li qereqolê îmzeyê biavêje û ji Izmîrê dernekeve serbest bûbû.
(AS/MB)