Fotograf: MA
Polîsan, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû desteser kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Muftuoglûyê ya li Amedê girtiye. Polîsan li mala ku kes lê nebû lêgerîn kiriye.
Piştî ji malê derketine, polîsan gazî Muftûoglûyê kirine da ku îfadeya xwe bide.
Muftuoglû ji bo îfadeya xwe bide, çûye Miduriyeta Emniyetê ya Amedê, li vir ew desteser kirine. Sedema desteserkirina Muftuoglûyê nehate zanîn. (FD)