Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HDPyê “Nobeta Demokrasiyê” ya ku li dijî biryara qeyûman daye dest pêkirin, biryar girtiye ku li Stenbol û Îzmîrê jî pêk bê.
Li stenbolê “Nobeta Demokrasiyê” li navçeya Esenyûrtê li Qada Bajarê a Komarê hatiye li dar xistin. Polîsan êrîş birine ser girseyê.
Li Îzmîrê jî nobet di bin dorpêça polîsa de pêk hatiye.
Li Stenbolê polîsan êrîş kiriye
HDPyiyan xwestine li navçeya Esenyûrtê çalakiya “Nobeta Demokrasiyê” pêk bînin. Ji bo wê li Qada Bajêr a Komarê saet di 17.00ê de li hev kom bûne. Polîsan ew dorpêç kiriye û gotiye ku walîtiyê meş û xwenîşandan qedexe kirine.
Parlamenterên HDPyê di vê demê de bi rêveberên polîsan re axivîne lê di heman demê de polîsan bi gaz û guleyên plastîk êrîş biriye ser girseyê. Di encama êrîşê de gelek kes hatine desteserkirin.
Garo Paylan, Huda Kaya, Kemal Bulbul, Ahmet Şik, Necdet İpekyuz û Omer Ocalan, parlamenterên HDPyê li qadê çalakiyê berdewam dikin. Çalakiya li Stenbolê wê heta 30ê Îlonê berdewam bike.
Li Îzmîrê çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hatiye
Li Îzmîrê jî bi beşdariya Serpil Kemalbay, Ayşe Surucu, Şevin Coşkun, Habip Eksik û Musa Piroglu, parlamenterên HDPyê çalakiyek li navçeya Alsancakê, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê dest bi çalakiyê kirine. Polîsan parlamenter dorpêç kiriye.
Baroya Îzmîrê jî piştgirî daye nobeta Demokrasiyê. (TP/FD)
Fotograf: HDP