Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan li Amedê hevseroka berê ya DBPyê, Emîne Ayna desteser kir.
Li gor nûçeya Dihaberê, polîsan bi ser mala Aynayê de girtine û ew desteser kiriye.
Hêj eşkere nebûye ka ji ber çi Ayna hatiye desteserkirin. (BK/MB)
Emîne Ayna kî ye? |
Di sala 1968ê de li Amedê hatiye dinê. Yek ji avakerên Komeleya Gokkûşagiyê ye. Ew di sala 2007ê de bûye parlamentera serbixwe. Bûye hevseroka Partiya Civaka Demokratîk(DTP). Di sala 2011ê de bû parlamentera Partiya Aştî û Demokrasîyê(BDP). Ji 2014ê heta 2016ê hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk bû. Di Kanûna Paşiyê ya 2016ê de dest ji siyasetê berda. |