Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibê saet di 06.00ê de girt ser mala edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî ya li Uskudara Stenbolê.
Yildirim birin Midûriyeta Emniyetê ya Watanê li Fatîhê.
Ji parêzerên Yildirimî Ulku Şahînê diyar kir ku di dosyeya Yildirimî de biryara nepeniyê heye û qedexe ye ku ew 24 saetan di parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Polîs saet di 16.30 deqîqeyan de telefonî xizmên Yildirimî kirin û jê re gotin, dema desteserkirinê ji bo rojekê hatiye dirêjkirin.
Derbarê Aren Yildirimî de
Ji sala 2019an û vir ve edîtorê bianet kurdiyê ye. Wergêr, zimanzan û rojnameger e.
Nivîskarê pirtûka Rêbera Axavtinê ya Soraniyê û Bo Biyaniyan Kitêbî Fêrbûnû Kurdî ye. (TY/HA)