Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê polîsan heşt kes desteser kirin. Yek ji wan kesên desteserkirî serokê berê yê Jora Bijîşkan, Dr. Necdet Îpekyûz e.
Dr. Necdet Îpekyûz yek ji mafparêzên navdar e. Ew serokê Dîwana Birêvebir a Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê(DISA) ye, yek ji endamên Wekfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) ye û serokê berê yê Jora Bijîşkan e.
Ew kesên dî yên desteserkirî ev in: Serokê berê yê Jora Bijîşkan Dr. Şemsettîn Koç, Dr. Selçûk Mizrakli, seroka berê ya Sendîkaya Kedkarên Saxlemiyê Hûlya Alokmen, Dr. Cengîz Gûnay, Sadrettîn Kaya, Firat Tosun.
Li gor nûçeya dihaberê hin ji wan kesên desteserkirî berê ji bo Kongreya Civakên Demokratîk kar kirine.(AS/MB)