Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokên Giştî Pervîn Bûltan û Sezaî Temellî jî di nav de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, xwestin li Stenbolê li Kolana Îstîklalê bimeşin. Lê polîsan destûr neda wan.
Leyla Guven bi armanca ku tecrîda li ser Abdûllah Ocalan, Serokê PKKyê biqede, 96 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Parlamenterên HDPyê saet di 11.00ê de li Taksim Hill Otelê hatin ba hev û xwestin ji vir ber bi Kolana Îstîklalê ve bimeşin.
Lê polîsan destûr neda wan. Li ver vê rewşê, di navbera Parlamenterê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar û rêveberên polîsan de nîqaş çêbû.
Polîsan diyar kirin ku ji Tebaxa par ve destûra ti xwenîşandanê ji bo Kolana Îstîklalê nedane û gotine “Heke em destûrê bidin wê ev tê maneya em neheqiyê li yên din dikin. Ji ber wê jî ew ê neçar bimînin destûrê bidin hemû kesên ku ji niha û pê de bixwazin xwenîşandanê bikin.”
Koma ji parlamenteran pêk dihat xwestin bir bi aliyê Gumuşsuyuyê ve bimeşin lê polîsan ew li vir jî asteng kir.
Komê berê xwe da ber Bîrdariya Taksîmê lê polîsan pêşiya wan girt.
Ji ber ku polîsan barîkat ranekir Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê li ber hotelê daxuyaniya xwe dan çapemeniyê.
Temellî: Tecrît li vir e
“Heke ku hûn bixwazin fotografê tecrîtê bibînin, li Taksîmê binêrin. Heke ku hûn bixwazin fotografê tecrîdê bibînin, îro em vî fotografî pêşkêşî we dikin. Tirkiye di bin tecrîtê de ye. Dema ku hûn li derdora xwe binêrin, me îro ew fotograf pêşkêşî we kir ku çawaniya tecrîtê tê de ye. Tirkiye di bin dorpêçkirinê de ye. Îro li Qada Taksîmê jî ev bêhiqûqî û nenaskirina yasayan bi vê dorpêçkirinê re xwe daye der.”
Bûldan: Merbûn, nayê maneya mirovbûnê
“Îro em bi hev re careke din hatin tecrîtkirin. Niha li vir ne tenê em hûn jî di bin tecrîtê de ne.
“Îro çûna me ya Qada Galatasarayê bi fermana Wezîrê Navxweyî ve hatiye astengkirin. Divê Wezîrê Navexweyî yê ku gotiye ‘Heke ez bihêlim ku hûn bimeşin ez ne zilam im’ bizanibe, bi astengkirina parlamenteran re mirov nabe zilam.
“Sekinandina mirinan, yek ji wezîfeyên mirovan e.”
Piştî daxuyaniyan çalakiya rûniştinê çêbû
Piştî daxuyaniya Bûldan û Temelliyî, parlaenter li ber Hotela Taksim Hillê rûniştin.
Soylû: Heke ez bihêlim hûn bimeşin, ez ne zilam im
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî duh gotibû, ew ê destûrê nedin xwenîşandana parlamenteran:
“Niha, ji ber ku ‘Apo’ di hundir de ye, wê parlamenter qaşo li der û dorê xwenîşandanê bikin. Heke ez bihêlim hûn bimeşin, ez ne zilam im.”
Hevserokê Giştî yê HDPyê Sezaî Temellî jî gotibû “ew ê xwenîşandanê bikin.” (EKN/HA/FD)