Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlementerê HDPê Ferhat Encu îro dema diçû Belçîka Brukselê, polîsan li Balafirgeha Ataturkê wî dane sekinandin û piştre dest danîn ser pasaporta wî û nehiştin ku siwarê balafirê bibe.
Ferhat Encu derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got:
“Ji bo beşdarê bernameyeke bibim, min bilêt kirî ku îro saet 12:55an de ji Balafirgeha Ataturkê biçim Belçika Brukselê. Lêbelê Dadgeha Sulh Cezayê ya Şirnexê îro (03.11.2016) derbarê min de biryar daye û çûyîna min a derveyî welêt qedexe kiriye. Ji ber vê yekê polêsan dest danîn ser pasaporta min û nehiştin ku ez siwarê balafirê bibim.”
Ferhat Encu di hesabê xwe yê twitterê de jî wiha got: “Derbarê min de ti dozeke ku berdewam dike nîn e û derbarê sedema qedexekirinê de jî ji min re ti tiştek nehate gotin.”
Gerekçeyi bilmiyoruz. Hakımda devam eden bir dava da yoktu. Kararın bu gün alınması talimat olduğu net ortadadır.
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) 3 Kasım 2016
(AS/YO)