Polîsan daxuyanî asteng kiriye û herî kêm 9 kes desteserkirine
Li Edlîyeya Çaglayanê herî kêm neh kes ji bo ku xwestine 5 xwendekarên ku piştgirî dabûn protestoyên Bogazîçiyê û ji ber vê hatibûn desteserkirin, were azadkirin hatine desteserkirin.
![Polîsan daxuyanî asteng kiriye û herî kêm 9 kes desteserkirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/239/121/original/adliye2.jpg)
Fotograf: Cansû Şîmşek
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Edlîyeya Çaglayanê herî kêm neh kes ji bo ku xwestine 5 xwendekarên ku di çarçoveya protestoyên Bogazîçiyê de hatibûn desteserkirin, were azadkirin hatine desteserkirin.
Polîsan ji bo midaxele û desteserkirinê biryara qedexeya çalaki û bernameyan ya ku Qaymaqamiya Kagitxaneyê ji ber şewbê daye weke hincet nîşan daye.
Hatiye diyarkirin ku polîsan kesên desteserkirine bi du wesayîtên cûda birine Midiriyeta Emnîyetê ya Vatanê.
5 xwendekarên ku ji ber nivîs li ser dîwaran nivîsandiye hatibûn desteserkirin ji bo îfadeyê sewqî edliyê kirine.(DŞ/AY)