Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bulent Mumay yek ji 42 rojnamegeran e ku Serdozgeriya Stenbolê ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê biryara desteserkirina wan daye, polîsan şeva dî Mumay li mala wî desteser kir.
Mumayî dabû zanîn ku ew ê îro di siet 10:00ê de biçe îfadeyê bide dadgehê lê şeva dî polîsan bi ser mala wî de girtiye û ew desteser kiriye.
Tê çaverêkirin rojnamegerê navborî îro îfadeyê bide.
Mumay kî ye?
Di sala 1977ê de li Sêrtê hatiye dinê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa civaknasiyê xwend li wê derê master kir û doktorê jî li heman zanîngehê li ser ‘’rojnamegeriyê’’ dike.
Li rojnameyên Hurrîyet û Radîkalê kar kiriye û li Zanîngeha Kadîr Has dersan dide. (EA/MB)