Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî derbarê doza rojnameger Erdal Îmrekî de biryara xwe aşkere kiriye û gotiye “mafê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê” û “qedexeya li dijî pêkanînên ne li gorî rûmeta mirovan” hatiye binpêkirin.
Rojnameger Îmrek di rojnameya Evrenselê de kar dike. 31ê Gulana 2014ê, di yekem salvegera berxwedana Geziyê de li taksîmê dema nûçe dişopand, rastî tundkariya polîsan hatibû. Polîsan derb li Îmrekî dabû û ji nêz ve gaz bera ser ruyê wî dabû. Dozgerî biryar dabû ku ew pêketinê derbarê polîsan de nade amadekirin.
Hewce nake ku hêzê bikar bînin
Dadgeha Destûrî di biryara xwe de wiha gotiye:
* Kesê serî lê daye, di wê demê de birîndar bûye ku di bin çavdêriya dewletê de bûye. Di rewşeke wiha de divê dezgehên dewletê wî tiştî ispat bikin ku divê nevê hêzê bi kar bînin û hêza hatiye bikaranîn li gorî pîvanan e. Lê heman dezgehan biryar daye ku hewce nake pêketin bê kirin û ev mijar nehatiye ronîkirin.
* Biryara gotiye hewceyî pêketina polîsan nake bi wê hincetê hatiye dayîn ku polîsan destwerdaneke laşî li kesê serî lê daye nekiriye û bi milê wî girtine û wî birine lê ev ji bo wî tiştî nabe delîl ku tundkarî lê kirine. Ev biryar û raporên miayeneya edlî, fotograf û delîlên din ên di dosyayê de hev nagirin. Di encamê de derketiye holê ku şert û mercên derketina rastiyê ya pêkanîna xirab bi awayekî objektîv nehatiye ravekirin.
* Di bûyera berbiçav de, di rapora pisporan pêşkêşî dezgehên lêpirsînê kirine de fotograf didin xuyakirin ku polîsan komeke rojnameger dorpêç kirine û bi renê malaştinê rojnameger ji xwenîşandaran dûr xistine.
* Di raporê de axavtinên di navbera rojnameger û polîsan de hatine nivîsandin. Rojnamegeran ji polîsan re gotiye ku divê dest ji karê dorpêçkirinê berdin, ew li pêşiya karê rojnamegeran dibin asteng lê polîsan dîsa jî rojnameger ji xwenîşandaran dûr xistine. Polîsan gaz bera ser wan rojnamegeran daye ku xwestine ji dorpêçê derkevin û ew bi vî awayî dûr xistine.
* Di vê qonaxê de bendewarî heye ku dezgehên hêza dewletê bi kar tînin, sedema maqûl a astengkirina rojnamegeran diyar bikin ku serlêder jî di nava wan de bûye.
* Digel ku serlêder gotiye ew tenê karê rojnamegeriyê dike û vê bi awayekî vekirî diyar kiribe jî rastî tundkariya polîsan hatiye ku li jor hatiye gotin. Ji ber vê sedemê ye ku destwerdana li serlêderê ne mafdar e. (DB/FD)