Polîsan vê sibê bi ser Şaredariya Colemêrgê de girt.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi sedan polîsan duh bi şev derdora di saet 23.00an de Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir. Kolana ku şaredarî lê ye û hemû kolanên li derdorê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.Her weha vê sibê jî polîsan deriyên avahiya şaredariyê şikandin û bi ser de girtin.
Şaredariya Colemêrgê di hilbijartina 31ê Gulanê de Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) bi dest xistibû.
DEM Partî: Em vê feraseta qeyûmparêz qebûl nakin
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat desteserkirin û weha got:
Em vê feraseta qeyûmparêz qebûl nakin. Gelê me di 31ê Adarê de bi rêyên demokratîk aşkere kir ku vê feraseta qeyûmkar nas nake. Ev feraseta qeyûmkar û darbekar ne tenê gefeke li dijî Colemêrgê ye gefeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Gelê me dê bertekên xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em bang li bang li herkesên alîgirên demokrasiyê ne dikin ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.
Walîtiya Colemêrgê ji 10 rojan çalakî qedexe kir
Walîtiya Colemêrgê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 10 rojan qedexe kirine.
Biryara qedexeya çalakiyan îro(3ê Hezîranê) destpê kiriye û wê heta 12ê Hezîrana 2024an saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Çalakiyên walîtiyê qedexe kirine, weha ne:
Her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din li gorî qanûnên bi hejmara 2911 û 5442an hatine qedexekirin.
(AS/AY)