Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şeva dî, polîsan bi ser çapxane û navenda rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê yên li Beyogluyê de girt.
Li gor nûçeya Jin Newsê(siet:10.40) xwediyê imtiyaza rojnameye Ozgurlukçu Demokrasiyê İhsan Yaşar, xebatkarê Çapxaneya Gunê, Kasım Zengin û xebatkarên çapxaneyê Kemal Kurt, Erdoğan Zamur, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdöğen, İrfan Karaca, Mehmet Emin Sumeli, xebatkarê berê yê çapxaneyê Olcay Sarikaya û li Amedê Uğur Selman Kelekçiler hatine desteserkirin.
Polîsên hêza taybet siet 00.30ê dest bi operasyonan kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê operasyona polîsan heta siet 3yê dom kiriye.
Aykol: Qeyûm hatiye erkdarkirin
Nivîskarê rojnameyê, Huseyin Aykolî ji bianetê re got: "Me zanî ku qeyûmek ji bo rojnameyê hatiye erkdarkirin."
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ji 23yê Tebaxa 2016ê ve weşana xwe didomîne. Edîtoriya rojnameyê di roja yekem a weşanê de li ser weşana rojnameyê nivîsa li jêr belav kiribû.
Destpêkên nû her tim heyecanê dide mirovan, carna zehmet e, gelek tişt rast naçe, heta ku kevir li cihê xwe bi cih bibin hêdî dimeşe, ji bo çareserkirina pirsgirêkekî biçûk hewldaneke pir zêde divê... Lê hûn ê wî coşa ku dilê mirov dide avêtin hiş bikin. Ji ber ku hûn dizanin ku dawiya rê ronahî ye, fereh e. Heke karê we rojnamegerî be piştî şev sibedê dema ku hûn destên xwe davêjin wan kaxizan ew kazix wekî zarokekî nû çêbû ye. Lê li aliyê din zayîn di heman demê de pirsgirêka 'rehîmê' ye, her zayîn rehîmeke pêwîst dike û tişta ku tê gotin rehîm di esasê xwe de kevneşopî ye. Heke kevneşopiya we tunebe, pêşeroja we jî dê tunebe, ji ber ku kevneşopî rehîma pêşerojê ye. Ji ber vê yekê tişta ku tê gotin 'sifir' di xwezayê de jî di jiyana rojane de jî tuneye. Heke hûn rojnamgeriyê dikin tiştekî ku ji sifirê dest pê bikin jî tuneye. Her gav hev temam dikin, her hewldan ji bo gaveke nû bingehê ava dike, carna dema hûn li paş xwe binêrin hûn ê portreyên bi sedan mirovên ku ji bo nûçegihaniya azad canê xwe dane bibînin, êşên hatine kişandin, bedelên hatine dayîn hene. Em îro derdikevin riyeke nû. Nû ye lê li aliyê din jî qasî dîroka mirovahiyê, lêgerîna heqîqetê kevn e. Em zor û zehmetiyan dizanin lê em ji bo vê jî amade ne. Gotina Yaşar Kemal a ji bo Înce Memed bi kar anî bû ya 'zilamê mecbûr', em jî mirovên mecbûr in. Ji ber ku em nebin dê kesek hawara jinên Cizîrê nebîhizin, dengê zarokên penaber, qurbanên Ensarê dê bi ber ba re biçin, axa gorên bênav bicimidin, qedera karkerên demsalî yên li kaseyên kamyonan reştir bibe, hucreyên li pişt hesinan dê biçûktir bibin. Ev şerekî bi hezaran salan e. Şerê tarîtî û ronahiyê. Bi me re dest pê nekir dê bi me re bi dawî nebe. Ozgurlukçu Demokrasî dê bibe yek ji xelekên zincirîkî bi vî rengî... Ne destpêk ne jî dawî... Em ber bi asoyê ve. Tarîtî li paş me ronahî li pêş me ye. Bila riya me vekirî be! |
(EA/MB)