Polîsan bi ser mala rojnameger Metin Yoksu de girtin
Tîmên polîsan çûn mala ku Yoksû û li malê lêgerîn kirin. Lêbelê, ji ber ku Metin Yoksu wê demê li malê nebû, nehat desteserkirin.
Polîsan îro sibê bi ser mala rojnameger Metin Yoksu de girtin. Sedema serdegirtinê îdiayên weke "endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê" hate nîşandan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tîmên polîsan îro serê sibê çûn mala Yoksu, li malê lêgerîn kirin. Lêbelê, ji ber ku Metin Yoksu wê demê li malê nebû, ti prosedurên desteserkirinê nehatin kirin.
Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk û Ozan Cirik hatin desteserkirin
13 Hezîran 2025
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.