Ji bo nûçeya tirkî / 2 / îngilîzî bitikîne
Polîsên sivîl û cendirmeyan bi ser mala Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Jin Newsê girtiye. Mala wê li Kolana Kûrûbaşa Ertemêtana Wanê ye. Her weha Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê yê Rihayê vê sibê desteserkirin e.
Li gorî nûçeya Jin Newsê ekîbên polîsan zanyarî daye û gotine ji ber ku îxbar hatiye kirin ku li malê “Çek û Bombe” heye Serdozgeriya Komarî a Wanê biryara lêgerîna malê derxistiye.
Derdora malê bi wesayîtên zirxpoş hatiye dorpêçkirin û destûr nedane kes nêzîkî malê bibin.
Piştî lêgerînê polîs û cendirme li malê çûne.
Rojnameger Emrûllah Acar desteser kirine
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê de bi îddîaya ku “endamê rêxistinê ye” polîsan bi ser mala Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê de girtiye. Polîsan piştî lêgerîna nav malê Acarî desteserkirin e.
Her weha polîsan di serdegirtin malê de dest danîne ser kompîtûr û wênekêşa Acarî. (KO/AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Jin News