Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne.
Polîsan bi ser mala Abdurrahman Gokî de girt. Dema ciwanekê bi navê Kemal Kurkut li Amedê hatî kuştin, Abdurrahman Gokî wêneyên dema kuştina wî girtibûn.
Li gor nûçeya dihaberê polîsan bi ser mala Gokî ya li Amedê de girtiye. Polîs di siet 08.00ê de çûne mala wî.
Kemal Kurkut'un vurulmasını an be an fotoğraflayan haber editörümüz Abdurrahman Gök’ün evine polislerce baskın düzenlendi. pic.twitter.com/wbkwljiUNS
— Nuri Akman (@AkmanNr) 20 Nisan 2017
Polîsan wênegirikên Gokî kontrol kirine û dest danîne ser herdu telefonên wî.
Wî îfade dabû
Di 21ê Adarê de, li Meydana Newrozê polîsan ciwanek bi navê Kemal Kurkut kuşt. Abdurrahman Gokî ji ber ku wêneyên bûyerê girtibûn wî îfade dabû serdozgeriyê.
Gokî ji ber nûçeya xwe ya kuştina Kurkutî Xelata Metîn Goktepe ya Rojnamegeriyê stand.(EA/MB)