Li Enqereyê di operasyona polîsan a li dijî Komeleya Kaos GLyê de rêveberî û endamên desteya rêveberiyê hatin desteserkirin. Her weha li ofîsa komeleyê lêgerîn hate kirin.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê, di çarçoveya lêpirsîna Buroya Sûcên Teknolojiyê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de, herî kêm 10 aktîvîstên LGBTÎ+ hatin desteserkirin. Lêpirsîn li gorî îdiaya "mistehceniyê" ya di Qanûna Cezê ya Tirk (TCK) de û mixalefeta li dijî Qanûna Komeleyan de tê meşandin.
Malpera înternetê û parvekirinên medyaya civakî di lêpirsînê de ne
Li gorî biryara 4emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê ya di 11ê Îlona 2026an de, hinceta lêpirsînê naverokên ku di malpera înternetê û hesabên medyaya civakî yên Kaos GLyê de hatine weşandin in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdîa kir ku di hesabên navborî de "parvekirinên mistehceniyê li xwe digirin" hatine kirin û ev naverok bi awayê ku zarok bibînin hatine weşandin.
Li ser vê îdîayê di çarçoveya xala 226an a TCKyê ku sûcê "mistehceniyê" saz dike de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Bikaranîna hesabên komeleyê jî weke hêcet hate nîşandan
Di lêpirsînê de weşandina naverokan a bi rêya malpera înternetê û hesabên medyaya civakî yên Komeleya Kaos GLyê jî wekî hincet hate nîşandan.
Dozgeriyê îdîa kir ku parvekirin "bi rêya çalakiyên saziyeke civakî ya sivîl a di bin sîwana komeleyê de, bi bikaranîna rûpelên înternetê û hesabên medyaya civakî yên komeleyê hatine kirin. Bi vê hincetê hate xwestin ku lêpirsîn di çarçoveya mixalefeta li dijî Qanûna Komeleyan de jî bê nirxandin.
Biryara dest danîna ser komputer û telefonan
4emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsînê de destûr da ku fotograf û materyalên çapkirî yên ku wekî delîl tên nirxandin bên desteserkirin.
Biryar, lêkolînkirina komputerên sermasê û yên desta, telefonên mobîl, tablet, bîrokên veguhêzbar, CD, DVD û materyalên din ên dîjîtal ên "gumanbar"an li xwe digire.
Li Stenbolê operasyon
Di heman saetan de bi operasyona li dijî Komeleya Kaos GLyê re, li Stenbolê jî li ser polîs û cendermeyan bi ser gelek navnîşanan de girtin.
Di operasyonên hevdemî de yên ku bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji aliyê ekîbên Rêvebiriya Emniyetê ya Bajar û Fermandariya Cendermeyan a Bajar ve hatine kirin de, bi ser gelek mekan û komeleyên LGBTÎ+yan yên li Beyoglu û Şişliyê de hate girtin.
Rojek berê hesabên rêxistinên LGBTÎ+yan asteng kirin
Rojek beriya operasyonê, di 46emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, ji bo gelek malperên înternetê û hesabên medyaya civakî yên rêxistin û aktîvîstên LGBTÎ+yan biryara astengkirina gihiştinê hate danîn.
Bi biryara 7emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Stenbolê ya di 12ê Îlona 2026an de û bi jimara 2026/9559an; malperên înternetê yên Komeleya Kaos GL, Komeleya 17ê Gulanê, malpera nûçeyan a UniKuirê, Komeleya Pembe Hayat, SPoD, Komeleya Genç LGBTÎ+, Lambdaistanbul û Komeleya Muamma LGBTÎ+ û her wiha Velvele.net hatin astengkirin.
Li gorî agahiyên ku Komeleya Azadiya Derbirînê (ÎFOD) ragihandine, hesabên medyaya civakî yên rojnamevan û Rêvebera Weşana Giştî ya Kaos GLyê Yıldız Tar, parêzer û mafparêz Levent Pişkin, lîstikvan û aktîvîsta mafên transan Seyhan Arman, lîstikvana şanoyê û aktîvîsta LGBTÎ+ Zeynep Esmeray Ozadikti û parêzvanê mafên ciwanan û LGBTÎ+ Enes Hocaogullari jî hatin astengkirin.
Platforma Xê biryarên dadgehê yên astengkirinê pêk anî û hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê girtin. Instagramê hê biryar cîbicî nekiriye.
Di nava hesabên Xê yên ku li Tirkiyeyê hatine astengkirin de hesabê Levent Pişkin, Seyhan Arman, Zeynep Esmeray Özadikti, Yasemin Oz, Kulûba Xebatên LGBTÎA+ ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Komeleya Perwerdehî, Dermankirin û Lêkolînên Zayendî (CETAD), Komeleya Ozgur Renkler, Queer Adana, civata xwendekaran a fermî ya LGBTQIA+ ya Zanîngeha Bilkentê, Velvele, İnter Dayanışma, Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî û Hesabên Hefteya Rûmetê ya LGBTÎ+yan ya Îzmîrê hene.
Hesabên ku biryara astengkirinê ji bo wan hatiye danîn lê hêj ji aliyê Instagramê ve li Tirkiyeyê cîbicî nebûye ev in: Yildiz Tar, Derneya 17ê Gulanê, Seyhan Arman, SPoD, Derneya Pembe Hayat, Kulûba LGBTÎA+ ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Lêkolînên Hacettepe Kuir, Enes Hocaogulları, Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ û ÎU Radar.
(NO/AY)
