Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro destê sibê polîsan li Yewnanistanê bi ser kampa penaberan a Lavrionê de girtiye ku zêdetir penaberên kur dli wir dimînin.
Li gorî nûçeya ku efsynyê weşandiye, polîsan 26 jê mêr, 8 jin, 19 zarok li ser hev 53 penaberên kurd bi darê zorê ji kampê derxistine û ji bo wan bişîne kampên din, desteser kirine.
Polîs li ber deriyên kampê nobetê digirin da ku kes nikaribe bikeve û derkeve. Navenda polîsan daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “piştî operasyonê avahî radestî Şaredariya Lavreotikiyê kiriye.”
Kurd wê serdegirtinê protesto bikin
Wezareta Penaxwazî û Koçberiyê ya Yewnanistanê gotiye ku penaber bi dilxwazî ji kampê derketine. Lê Navenda Çandê ya Kurdan a Demokratîk a Yewnanistanê diyar kiriye ku ev daxuyanî ne rast e û ew ê îro çalakiyeke protestoyî li dar bixin.
Çalakî wê saet di 17.00ê de li ber avahiya Akademia Atînayê pêk bê.
Tirkiyeyê gelek caran kampa penaberan a Lavrionê dike hedef. Mafparêzan bal kişand li ser wî tiştî ku serdegirtin beriya Civîna Serokan a NATOyê pêk hatiye.
Civîna Serokan a NATOyê wê 11 û 12ê Tîrmehê li Vilniusê, paytexta Lîtvanyayê li dar bikeve. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mîçotakîs jî wê bicivin. (NT/FD)